Serokên Rusya û Çînê civiyan

18 October 2023 14:30 0 dîtin
Serokên Rusya û Çînê civiyan

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping, li Foruma Hevkariya Navneteweyî ya Kember û Rê ya li Pekînê civiyan.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Vladimir Putin ku beşdarî forumê bû; axaftina vekirinê kir û di derbarê pêwendiyên navbera Rusya û Çînê de daxuyanî da.

Putin diyar kir ku armanca polîtîkaya derve ya Çînê, afirandina cîhaneke adiltir û pirpolar e û wiha got:

"Rusya û Çîn, gelek caran daxwaza xwe ya hevkariyeke wekhev, ji hev feydeyên hevpar hanîne zimên da ku pêşketina aborî ya gerdûnî, domdar, demdirêj û refaha civakî mîsoger bike. Di heman demê de rêzgirtina ji cihêrengî û mafên çandî re li ser van prensîbên bingehîn hatiye avakirin, înîsiyatîfa 'Yek Kember, Yek Rê' li gorî pêvajoyên entegrasyonê yên ku li herêmên cihê pêş dikevin, diguncîne.”

Putin diyar kir ku Rusyayê li Ewropayê korîdora navneteweyî ya Bakur û Başûr ava kiriye û got, "Benderên Rusyayê yên li Baltik û Arktîkê dê li ser Kendava Farsê û Okyanûsa Hindê xetên bênavber çêbikin."

Serokê Çînê Xî Jinping jî di axaftina xwe ya li hevdîtinê de Putin wekî "hevalê min ê kevin" bi nav kir û got: "Di warê siyasî de baweriya di navbera herdu welatan de bi hev re kûr dibe. Têkiliya stratejîk a nêzîk û bi bandor berdewam dike. Asta bazirganiya me ya dualî gihîştiye asta rekorê ya 200 milyar dolarî."