Serokên 4 welatên Ereb wê vê hefteyê serdana Çînê bikin

28 May 2024 12:00 0 dîtin
Serokên 4 welatên Ereb wê vê hefteyê serdana Çînê bikin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Çînê diyar kiriye ku serokên 4 welatên Ereb (Misir, Îmarat, Bahreyn û Tûnis) vê hefteyê serdana Çînê dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Hua Chunying di daxuyanîya ku da de destnîşan kir wê di navbera 28ê Gulanê û 1ê Hezîranê de serokên welatên navborî serdana Çînê bikin û beşdarî vekirina 10emîn Konferansa Wezîran a Foruma Hevkarîya Çîn-welatên Ereb bibin.

Di şandeyê de wê Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Qralê Behreynê Hemed Bin Îsa El Xelîfe, Serokê Tûnisê Qeys Seîd û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan pêk were.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Çînê Deng Li li Pekînê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku Serok Şî Jinping wê roja Pêncşemê beşdarî forumê bibe û axaftinekê bike.