Welatên Erebî, di asta bilind de serdana Samê kir

27 February 2023 15:00 0 dîtin
Welatên Erebî, di asta bilind de serdana Samê kir

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku komek ji parlamenterên payebilind ên welatên Erebî, derbasî Suriyeyê  bûn û hat diyarkirin ku ji bo bi Esad re hevdîtinên dîplomasiyê bi rê ve bibin, derbasî paytext Şamê bûne.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji parlamenterên Ereb ên payebilind ên ji nûnerên Iraq, Urdun, Filistîn, Lîbya, Misir û Îmarat û nûnerên Uman û Lubnanê, di çarçoveya şandeke Yekîtiya Parlamenterên Ereban de çûn Suriyeyê.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin,hevdîtin wekî destpêka pêvajoya nermbûnê hat şîrovekirin û şanda ku duh li Şamê bû, ligel Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad û parlamenterên Suriyeyê re civiyan. 

Li ser hevdîtina ku hat kirin, hat diyarkirin ku ev wekî nîşaneya nermkirina têkiliyên ku hatibûn cemidandin e ku piştî zêdetirî deh salan ji îzolebûna Suriyeyê ya li cîhana erebî ku ji ber aloziya li Suriyeyê çêbûbû.

Li gorî agahiyên ku di ser ajansa nûçeyan a SANAyê ya girêdayiyê dewleta Iraqê ve hatin ragihandin, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li ser mijarê got, "Em bêyî Suriyeyê nikarin û Suriye jî bêyî xeleka erebî ya ku em hêvîdar in ku em bikaribin vegerin, nikare bike.”