Tirkiye-Misir | Pistî 11 salan yekem serdana fermî ya asta bilind
PeyamaKurd – Piştî serdana Wezîrê Derve yê Misirî Samîh Şukrî ya 27ê Sibatê ku ji bo erdhejê çûbû Enqereyê, ji Tirkiyeyê jî yekem serdana asta bilind a fermî piştî 11 salan bo Misrê hat kirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, îro bi şandeke bilind a hikûmeta Tirkiyeyê re, ji bo asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk bi Misirê re, derbasî Qahîreyê bû.
Hat ragihandin ku Çavuşoglu û Şukrî wê li ser mijarên normalkirina pêwendiyan, mijarên herêmî yên wekî Libyayê û pêşxistina bazirganiya navbera herdu welatan gotûbêj bikin.
Hikûmeta deshilatiya AKPê ya Tirkiyeyê, piştî kotedaya 2013an a Misrê ku Ebdulfettah El Sisi hatibû ser deshilatê, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qahîreyê re qut kiribûn. Tirkiyeyê wê demê piştevaniyeke xurt dida rêxistina Îxwanê ku li Misrê hatiye qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin