Erdogan pistî 12 salan çû Misira Sîsî

14 February 2024 19:28 0 dîtin
Erdogan pistî 12 salan çû Misira Sîsî

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî 12 salan, ji bo serdaneke fermî çû Qahîreya paytextê Misirê.

Erdogan li Frokexaneya Navneteweyî ya Qahîreyê ji aliyê Serokomarê Misrê Abdulfettah es-Sîsî û Balyozê Tirkiyeyê yê Qahîreyê Salih Mutlu Şen ve hat pêşwazîkirin.

bûye.

Piştî ku Erdogan û Sîsî li qada merasîmê cihê xwe girtin, top hat teqandin, sirûdên neteweyî yên herdû welatan hatin lêxistin, Erdogan û Sîsî silavê dan leşker û bi destên hev girtin û poz dan çapemeniyê.

Piştî danasîna şandeyên herdû welatan, piştî 12 salên hevrikiyeke tûnd hevdîtinên dualî destpê kirin.

Di şanda tirk a ku bi Erdogan re çûne Misirê de Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Derve Hakan Fidan, Wezîrê Gencîne û Darayiyê Mehmet Şimşek, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir. Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê MITê İbrahim Kalin, Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun û Şêwirmendê Serokomariyê Akif Çagatay Kiliç hebûn.