Erdogan pistî du salan îro carek din serdana bajarê Diyarbekirê dike

09 July 2021 13:29 0 dîtin
Erdogan pistî du salan îro carek din serdana bajarê Diyarbekirê dike

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, piştî du salan îro carek din serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê dike.

Biryar e Erdogan di vê serdana xwe de çend projeyên xizmetguzarî veke, pêdaçûnê bi wan projeyan de bike ku niha karê wan berdewam e.

Erdogan herwiha dê hin rêzecivînan jî li Diyarbekirê bi rayedarên siyasî, îdarî û ewlehî yên herêmê re saz bike. Herwiha Erdogan dê serdana rêkxistinên AK Partî yên li Diyarbekirê jî bike.

Recep Tayyip Erdogan cara dawî di 31ê Adara 2019an de bo bangeşeyên hilbijartinên şaredariyan serdana Diyarbekirê kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piraniya welatiyên Diyarbekirê alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne û di hilbijartina herî dawî de ku sala 2019 hat lidarxistin, tevî hemû zextên li ser HDPê û astengiyan, %62.9 ji xelkê Diyarbekir deng dan berbijarên HDPê. Xelkê Diyarbekirê derbarê vê serdana Erdogan de xwedî nêrîneke cuda ne û daxwaza mafên xwe yên nasnameyî û parastina zimanê Kurdî dikin.