Sandeke Fransayê pistî 12 salan serdana Samê dike

15 December 2024 21:13 0 dîtin
Sandeke Fransayê pistî 12 salan serdana Samê dike

PeyamaKurd – Tê plankirin ku şandeke dîplomatîk ji Fransayê piştî 12 salan piştî qutkirina pêwendiyên ligel hikûmeta Esed, bo cara yekê serdana Sûriyê bike û ligel berpirsên hikûmeta nû bicive.

Wezîrê Derve yê Fransa bo Karûbarên Ewropa Jean-Noel Barrot îro Yekşemê 15.12.2024 ragihand, şanda dîplomatîk a wî welatî wê roja Sêşemê 17.12.2024ê serdana Şamê bike û ligel rayedarên nû yên Sûriyê bicive.

Barrot da zanîn ku şanda navborî ji 4 kesan pêk tê û got ku armanca sereke ya serdanê ew e ku Fransa erka xwe li welat vegere, yekem pêwendiyan bi rêveberiya nû ya Sûriyê re çêbike û pêdawîstiyên heyî û bilez derbarê kirîza mirovî ya ku welatiyên Sûriyê dijîn binirxîne.

Pêwendiyên dîplomatîk di navbera Fransa û Sûriyê de berî 12 salan ji ber zext, şer û kaosa ku hikûmeta Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed li ser gelê wî welatî ferz kiribû, hatibû qutkirin.