Serok Barzanî pistî 6 salan serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Hate ragehandin ku Serok Mesûd Barzanî, piştî 6 salan wê cara yekem serdana Bexdayê bike.
Jêderên ji ofîsa Serok Barzanî dan zanîn ku Serok Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de bi aliyên siyasî yên Iraqê re bicive.
Li gor jêderan, Serok Mesûd Barzanî wê sibê derbazî Bexdayê bibe.
Serok Mesûd Barzanî cara dawî di 22yê Mijdara 2018an de serdana Bexdayê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin