Pistî 24 salan Serokkomarê Fransayê serdana Almanyayê kir

27 May 2024 16:06 0 dîtin
Pistî 24 salan Serokkomarê Fransayê serdana Almanyayê kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî 24 salan wek serokkomarê Fransayê yekem car serdana Almanyayê kir.

Hate ragihandin ku mijarên sereke yên sedema serdana dîrokî ya Macron, kêmkirina tengijîna navbera her dû welatan a ku ji Derketina Normandiyayê ya dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve didome û beriya hilbijartinên Parlamena Ewropayê (PE) bi mebesta li dijî gefa serkeftina rastgiriya tund hişyarkirina Almanyayê ye.

Tengijîna navbera Parîs û Berlînê

Yek ji sedemên din ên serdana Emmanuel Macron a piştî serdana Serokkomarê berê yê Fransayê Jacques Chirac a 2000î jî pirsgirêka piştgirîdayîn û şandina alîkariyên leşkerî yên Ûkraynayê ye.

Tengijîna navbera her dû welatên ku lokomotîva Yekîtiya Ewropayê (YE) têne dîtin, di demên dawî de zêde bûbû.

Payebilindên Alman, ji pêşniyara Macron a şandina leşkerên bejayî ya ji Ûkraynayê re, bi tundî rexne kiribûn û Macron şibandibûn Napolyon.

Macron: Divê em ji her senaryoyê re amade bin

Macron di serdana xwe de wê bi Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re hevdîtinek bike û paşê jî beşdarî çalakiya ‘Pîrobahiyên Ewropayê’ ya li Dresdenê bibe û li vê derê axaftinekê bike.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya ku biçe Berlînê, di derbarê serdana xwe ya Almanyayê de, hevkariya ji bo piştgirîdayîna Ûkraynayê ya Almanya û Fransayê bi bîr xist û got ku pirsgirêkên heyî wê yekê li ser Fransa û Almanyayê ferz dike ku em di nav xwe de pêngaveke mezin a geşkirina pêwendiyên hevkariyê bihavêjin.

Macron pêwîstiya dijderketina dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê destnîşan kir û got: “Divê ji bo Ûkrayna berxwe bide em alîkariya wê bikin. Çekan bidinê, ew perwerde bikin û ji bo di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de aştiyeke mayînde peyda bibe ji her senoryoyekê re amade bin.”