Pûtîn pistî 24 salan serdana wî welatî dike
PeyamaKurd – Koşka Kremlînê ragihand ku wê Serokê Rûsya Vladimîr Pîtîn, di mêjûya 18-19ê Hezîranê de serdana Koreya Bakur bike ku demek berê jî serokê Koreya Bakur Kîm Yung serdana Moskowê kiribû.
Di hevdîtina Kim Jong-un û Pûtîn a Moskawê de, Pûtîn bo serdana Koreya Bakur hatibû vexwendin.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê, dema serdanê diyar bûye û piştî 24 salan Pûtîn di 18-19ê Hezîranê serdana Koreya Bakur dike.
Herwiha Kremlînê di heman daxuyaniyê de daye zanîn ku Pûtîn di 19-20ê Hezîranê de jî serdana Vîetnamê dike.
Pûtîn herî dawî Tîrmeha sala 2000î serdana Pyongyangê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin