Erdogan pistî 8 salan Sahnisînê Îmaratê bi merasîmeke fermî pêswazî kir
PeyamaKurd - Şahnişînê Îmaratê Mihemed Bin Zayid El Nahyan piştî 8 salan bi serdaneke fermî gihîşt Enqerê û li Koşka Serokatiyê ji aliyê Erdogan ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Tirkiyê welatê Îmaratê bi piştevaniya hewldana darbeya FETOyê tawanbar dikir û Îmaratê jî ber siyaseta Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn û Sûriyê têkiliyên xwe sar kiribûn ku 8 sal in pêwendiyên her du welatan di asteke nizm de bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasîmeke fermî Prensê Cihnişînê Îmaratê Mihemed Bîn Zayîd El Nahyan pêşwazî kir.
Tê çaverêkirin di vê hevdîtina piştî 8 salan de, bi taybet di warên bazirganî de ku Tirkiye niha di nav krîzekê de ye, hevkarî were kirin û hin girêbestên aborî werin girêdan.
Beriya serdana Nahyan di medyayê de nûçeyên ku wê bi qasî 20 milyar dolaran Îmarat veberhênanê li Tirkiyê bike hatibûn belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin