Qeterê, pistî 6 salan li Îmaratê balyozxane vekir

23 July 2023 23:30 0 dîtin
Qeterê, pistî 6 salan li Îmaratê balyozxane vekir

PeyamaKurd- Qeterê piştî qeyrana Kendavê ku di sala 2017an de derketibû, li Îmaratê balyozxaneya xwe vekir.

Li gorî agahiyên hatin dayîn, hat diyarkirin ku Qeterê piştî qeyrana navborî ku bûbû sedema qutbûna têkliyiyên dîplomatîk, balyozek tayîn kir. 

Ji aliyê Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî ve hat ragihandin ku wan Dr. Sultan Selmîn Seîd El Mensûrî wekî Balyozê Awarte û Nûnerê li Îmaratê tayîn kiriye. 

Rayedarên Îmarat û Qeterê, beriya çend mehan ragihandibû ku nûnertiyên wan ên dîplomatîk hatine vekirin.