Îranê pistî 7 salan balyozek tayînî Îmaratê kir
PeyamaKurd – Îranê ragihand, piştî 7 salan balyozek tayînî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) kiriye.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Wezareta Karên Derve Riza Amirî weke Balyozê Ebû Dabiyê destnîşan kir.
Hat destnîşankirin, Amirî wê di demeke nêz de ji bo dest bi karê xwe yê nû bike here Ebû Dabî.
Reza Amirî, Rêvebirê Giştî yê Îraniyên Derveyî Welat li Wezareta Karên Derve, pêştir balyozê Îranê li Cezayîr, Sûdan û Erîtreyê bû.
Di 2ê Çileya 2016an de li Erebîstana Siûdî 47 kes ku di nav wan de meleyê Şîe Nimr el-Nimr jî hebû, bi sûcdariya "terorîzmê" hatin îdamkirin. Piştî daxuyaniyên rayedarên Îranê yên ku bertek nîşanî darvekirinan dan, Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Tehranê û avahiyên balyozxaneya bajarê Meşhedê ji aliyê xwepêşanderên Îranê ve hatin şewitandin.
Li ser vê yekê Erebîstana Siûdî, Behreyn, Kuweyt û Sûdanê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îranê re qut kirin, Îmarat jî pêwendiyên xwe daxist asta karmend û bang li Seyf Muhammed Ubeyd ez Zeabî ku balyozê Tehranê bû, kir ku vegere welatê xwe.
Di encama hevdîtinên di navbera her du welatan de, Seyf Muhammed Ubeyd ez Zeabî ku di sala 2016an de dema ku Balyozê Îmarata Erebî li Tehranê bû ji bo welatê xwe hatibû vegerandin, di 9ê Îlona 2022an de piştî navbereke nêzîkî 7ê Îlonê hat Îranê ku salan, erka xwe ya berê bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin