Pistî 7 salan balyozxana Îranê ya Riyadê vebû
PeyamaKurd – Piştî 7 salan balyozxana Îranê li payîtexta Erebistana Sa’ûdiyê li Riyadê vebû. Li gor ragihandina televizyona dewletê ya Îranê; di vekirina balyozxana Îranê de, cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Ali Rıza Bigdeli jî amade bû.
Sedema birîna têkjiliyên dîplomatîk yên navbera Îran û Erebistanê ew bû ku di 02.01.216an de li Erebistanê 47 kes bi sedema terorê ji aliyê rêvebiriya Erebistanê de hatibûn îdamkirin. Di nava wan 47 kesan de, serpereştê olî yê Şîayan Nimr en-Nimr jî hebû.
Li ser îdamê, xwepêşandêrên Îranî li Tehran û Meşhedê konsulxaneyên Erebistanê şewitandibûn. Li ser şewitandina her dû konsulxaneyan, roja dinê Erebistanê ragihandibû ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re biriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin