Pistî 31 salan 6 xalên leskerî li ser sînorên Tirkiye û Îranê hatin danîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Pasevanên Sînor li Hewlêrê ji bo çavdêrîkirina sînor û rêgirtina li tevgera komên çekdar ên neyasayî û qaçaxçîtiyê, 6 xalên leşkerî li ser sînorê Iraq-Kurdistanê yê bi Tirkiye û Îranê re danîn.
FermandarLîwaya Duyem a Hêzên Sînorî Goran Salih ji K24ê re daye xuyakirin, “Dema ku em hatin navçeyên sînorî, me çend rêyên bi dirêjahiya 6-8 kîlometran çêkirin, da ku hemû xalên leşkerî yên sînor bi hev ve girê bidin. Piştî ku me xalên xwe yên leşkerî li vir ava kirin, kes nikare bi rêyên deryasayî sînor derbas bike.”
Goran gotiye: “Li bilindahiyên Hacî Omeran, çeperên leşkerî yên hêzên pasevanên Iraqê li hember hêzên pasevanên Îranê ne, ev navçe berê ne ewle bûn, lê niha sînor ewle ye, herwiha ewlekarî û aramî ji xelkê herêmê, gundî, cotkaran re re peyda dike.”
Cotkarên deverên sînorî piştî danîna wan xalên leşkerî dibêjin, niha ew bi azadî dikarin xwe nêzîkî sînoran bikin da ku zeviyên xwe biçînin û dewarên xwe biçêrînin.
Hat diyarkirin ku hêzên Pasevanên Sînor ji bo danîna xalên leşkerî yên herdemî kar dikin ku 3 ji wan xalan li ser sînorê Iraq – Îranê li bajarokê Hacî Omeranê ne û yên din jî li devera Barzan li ser sînorê Iraq – Tirkiyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin