Welatek pistî 30 salan hebûna xwe ya leskerî li Rojhilata Navîn bidawî tîne
PeyamaKurd – Welatê Awistralya, hebû xwe ya leşkerî ya 30 salan a li Rojhilata Navîn bidawî tîne.
Wezîra Berevaniya Awistralyayê Linda Reynolds, ragihand ku ew dê hêzên xwe yên li deryayên Rojhilata Navîn vekişînin û dê êdî keştiyên şer neşînin Kendava Hurmuzî bo hevkariya Hevpeymana Amerîkayê.
Reynolds diyar kiriye ku ew dê demên pêş hêzên xwe li gorî pêşhatan bişînin Asya_Pasîfîkê û got, hedefa Awistralyayê ew e ku hebûna xwe ya 30 salan a li Rojhilata Navîn bidawî bîne û berê xwe bide kêşeyên dorûbera xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin