Kurdistan | Li sînorên ‘Îran û Tirkiyê’ 200 xalên leskerî têne danîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo parastina sînorên Herêma Kurdistanê amadekarî tê kirin 200 xalên leşkerî werin danîn û 3 hezar hêzên tevahiya wan Kurd li sînoran werin bicihkirin.
Fermandarê Hêzên Sînor ê Iraqê Muhammed Ebdulwehab ragihandiye ku wê hêzên sînorî yên ji bo parastina sînoran li 200 xalên nav sînorên Herêma Kurdistanê yên sînorên ligel Tirkiye û Îranê werin bicihkirin.
Fermandarê Iraqî gotiye, wê piştgiriyeke tam bo lojîstîka wan hêzan bê dayîn û ji bolî wesayîtên leşkerî kamerayên hesas ên çavdêriya ewlehiyê jî li wan xalên sînorî bên danîn.
Demek berê bi zêdebûna êrîşên Îran û Tirkiyê yên nav axa Herêma Kurdistanê re, ji bo wergirtina hêzên sînorî rêkeftin ligel hikûmeta nû ya Bexdayê, hatibû kirin.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Hefacî gotibû, li gorî biryara Wezareta Navxwe hêzên sînorî ji 50 hezar kesan pêk tên û ji wan jî 9 hezar ji leşkerên Herêma Kurdistanê pêk tên.
Berdevkê Herêma Yek a Pasevanên Sînor Karwan Xoşnaw jî ji bo hêza nû ya sînor diyar kiriye ku wê 3 hezar kesên nû bên wergirtin û hemû jî Kurd bin.
Biryar e çend rojên bê mercên serlêdana wan hêzan bê eşkere kirin ku kesên bixwazin bibin pasevanên sînor bi awayekî online serlêdanên xwe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin