Kurdistan | 6 hezar polîs li ser sînorên Tirkiye û Îranê hatin bicihkirin

15 January 2023 14:34 0 dîtin
Kurdistan | 6 hezar polîs li ser sînorên Tirkiye û Îranê hatin bicihkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê, 6 hezar polîs li ser xalên sînorî yên bi Îran û Tirkiyê re hatin bicihkirin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Abdulemîr Şemmerî di civîneke rojnamevanî de eşkere kir, wan bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, 6 hezar polîsên Iraqî li ser xalên pişkinînê yên ser sînorê Iraqê yên bi Îran û Tirkiyê re bi cih kirin.

Şemmerî diyar kir: “Ji bo pêkanîna biryara kontrolkirina sînorên me yên bi Îran û Tirkiyê re, bûdçeyeke taybet hatiye terxankirin û dest bi avakirina baregeh, danîna kamera û bircên çavdêriyê hatiye kirin.”

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Iraqê destnîşan kir, li ser sînorê bi Sûriyê re jî ji bo pêşî li tevgera komên çekdar bê girtin, ew li qezaya Şingalê dîwarên betonî bi dirêjahiya 65 kîlometreyan lê dikin.