Tirkiye li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê baregeheke din ava dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiye li nêzî rêya M4 û derdora bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê, baregeheke din a leşkerî ava dike.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, li rojavayê navenda bajaroka Eyn Îsayê, artêşa Tirkiyê baregeha xwe ya 4emîn ava dike ku ev yek jî piştî êrîş û topbarana bi ser Eyn Îsayê de pêk tê.
Baregeha nû ya artîşa Tirkiyê 1 km li bakurê rêya navdewletî M4 e û nêzî gundê Hoşan ê Eyn Îsayê ye.
Hatiye diyarkirin ku baregeha ku nû tê avakirin bircên çavdêrîyê û radar tê de hatine bicihkirin ku ligel maşîneyên leşkerî û çekên giran û bi satirên axê yên bilind jî hatiye dorpêçkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin