Nûnerê Amerîka yê Rojavayê Kurdistanê 4 xalên bingeha siyaseta Sûriyê eskere kir
PeyamaKurd - Nûnerê Amerîka yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) Nikolas Granger, di axaftina xwe ya 2yê Adarê ya Forûma Hewlêrê de, siyaseta Amerîkayê ya li herêmê eşkere kir.
Granger got ku siyaseta Amerîkayê li Sûriyê li ser 4 bingehan e û herwiha bal kişand ser ku Serokê Sûriyê Beşar Esed karesata erdhejê jî ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bikar tîne.
Nikolas Granger wiha axivî: “Bingeha siyaseta Amerîkayê li Sûriyê balê li ser 4 karên pêşîne dikişîne, armanca wan baştirkirina rewşê ye ji bo gelê Sûriyê û ji bo pêşveçûna çareseriyeke siyasî.”
Granger ew xalên bingehîn wiha anîn ziman: “Xala yekem teqezkirina têkşikandina DAIŞê ye. Duyem rêxweşkirina ji bo alîkariyên mirovî ye. Sêyem nehiştina tundûtîjiyê ye li seranserê welat ji bo bidestxistina agirbestê. Çarem karê me yê pêşî jî lêpirsîna li ser wan tawanên ku ji aliyê rejîma Esed û hêzên wî ve hatine kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin