Nûnerê Amerîka: Cezayên 'Qanûna Sezar' Rojavayê Kurdistanê li xwe nagire

24 May 2020 16:11 0 dîtin
Nûnerê Amerîka: Cezayên 'Qanûna Sezar' Rojavayê Kurdistanê li xwe nagire

PeyamaKurd - Nûnerê Amerîkayê William Roebuck li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku sizayên "Qanûna Sezar " dê herêmên Rojavayê Kurdistanê di nav xwe de negire.

Li gorî ‘Qanûna Sezar’ a ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve Kanûna 2019an di çarçoveya budçeya sala 2020an a Amerîkayê de hatiye îmzekirin, ferzkirina dorpêç û cezayên aborî li ser rejîma Esed û Sûriyê tên sepandin.

Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê William Roebuck di civîneke bi nûnerên Rêveberiya Xweser ên  Kobaniyê re de ragihand, sizayên "Qanûna Sezar" dê li ser rêjîma Sûriyê bisepînin, lê ew qanûn herêmên Rêveberiya Xweser di nav xwe de negire.

Roebuck got, ew ê raporeke berfireh ya di warê siyasî û ewlehiyê de radestî rayedarên Amerîka bike û ji bo peydakirina çareseriyeke guncaw ji hemû pirsgirêkan re bixebitin.

Çav li rê ye di meha Hezîrana îsal de Qanûna Sezar li Sûriyê were bicihkirin, ku sizayan li ser rêjîma Sûriyê û aliyên ku hevkariyê pê re dikin bisepîne.