Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em pistgiriyê didin rakirina dorpêçên Qanûna Qeyser ên li ser Sûriyeyê
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê îro piştgiriya xwe ji bo rakirina cezayên ku li ser Sûriyeyê li gorî Qanûna Qeyser (Caesar Act) hatine ferzkirin, ragihand.
Berdevkê Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got ku rêveberiya Amerîkayê piştgirî dide rakirina van cezayan bi rêya Qanûna Destûrdayîna Parastina Neteweyî (NDAA) ku niha ji aliyê qanûndanêrên Amerîkî ve tê nîqaşkirin.
Berdevk her wiha destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi hevkarên xwe yên herêmê re têkiliyên xwe didomîne û tekez kir ku Amerîka pêşwaziyê li her veberhênan an tevlibûnekê dike ku:
"Piştgiriyê dide derfeta hemî Sûrîyeyiyan ji bo avakirina welatekî aştîxwaz û serfiraz."
Qanûna Qeyser (Caesar Act), ku ji sala 2020an ve li ser Sûriyeyê ye, cezayên hişk li ser hikûmeta berê ya Bişar Esed a li (Beas) Sûriyeyê û kesayetên ku piştgiriyê didin wê ferz dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin