Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê pistgiriyê dide peymana HSD û Samê
PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li ser peymana di navbera HSD û Hikûmeta HTŞyê ya Ehmed Şer de got:
“Peymana di navbera HSD û Şamê de divê ewlehiya Kurdan garantî bike.”
Barrot piştgiriya welatê xwe Fransayê ya bo peymanê anî zimên û diyar kir:
“Ev peyman maf û ewlehiya Kurdan û têkoşîna li dijî DAIŞê garantî dike.”
Her weha Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê jî diyar kir ku ev gaveke erênî ye ji bo “yekîtiya Sûriyeyê û tevlibûna Kurdan di pêvajoya siyasî de û dê diyalogê hêsan bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin