Wezareta Derve ya Amerîkayê: Derbarê HSDyê de em bi Tirkiyê re danûstandinan dikin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsan da.
Miller bersiva pirsa “Piştgiriya Amerîkayê ya ji bo HSDyê yek ji xalên sereke yên nakokiyên her du welatan (Amerîka û Tirkiye) ye û pêvajoya di vê mijarê de çawa pêş dikeve?” da û bal kişand ser pêvajoya hestiyar a veguhêz li Sûriyê.
Derbarê HSDyê de jî berdevkê Amerîkayê got, “Ev mijar mijareke gelekî hestiyar û gelekî zehmet e ku em bi hevkarên xwe yên Tirkiyê re li ser berdewam in. Ev mijar beşeke mezin ji gotûbêjên navbera Wezîrê me Blinken û hevtayên wî yên Tirkiyê bû.”
Millerê ku behsa çawaniya bicihbûna HSDyê ya li Sûriyeyê nekiriye, got, “Em bi hevalbendên xwe yê NATOyê re li ser vê mijarê nîqaşan dikin û hewl didin ku biryarê bidin ka dê rêya herî baş çi be.”
Miller diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyê pêvajoyeke veguhêz a bi tendurist bê ku tev li nakokiyên etnîkî û mezhebî bibin, were meşandin û destnîşan kir ku divê hemû aktor xwe ji her kiryara ku hêrsê çêdike û aloziyê li herêmê zêde bike dûr bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin