Wezareta Derve ya Amerîkayê: Agirbesta dirêjkirî ya li Minbicê hîn di meriyetê de ye

20 December 2024 13:05 0 dîtin
Wezareta Derve ya Amerîkayê: Agirbesta dirêjkirî ya li Minbicê hîn di meriyetê de ye

PeyamaKurd – Alîkarê Berdevkê Wezaretê Vedant Patel got, “Nirxandina me ya ku agirbesta li Minbicê hatiye dirêjkirin û dewam dike, wiha ye: Wek ku me duh jî behs kiribû, em ji nêzîk ve çavdêriya rewşa derdora Kobanî dikin ku heta niha şolî ye, lê em negihiştin wê encamê ku em ê şer û pevçûnên gurtir bibînin.”

Patel bal kişand ku ew ji bo ku xww li Rojavayê Kurdistanê rageşiyê dûr bixin, ew bi xurtî dixebitin û weha got: “Ev helbet dê me bixe nav fikaran, ji ber ku dê şiyana hevkarên me yên herêmî, HSDyê dê sînordar bike ku peywira me ya hevpar e şerê li dijî DAIŞê bidomîne ku girîngtirîn pêşengiya siyaseta Amerîkayê ye li Sûriyeyê.”

Patel rasterast bersiva pirsa “Amerîka daxwaza Tirkiyeyê ya bêçekkirina şervanên kurd qebûl dike yan na” û naveroka hevdîtinên Enqere û Washingtonê yên li ser vê mijarê neda.

Cîgirê berdevk got: “Armanca me li ser piştgirîkirina proseya siyasî ya bi serpereştiya Sûriyê ye, di heman demê de misogerkirina têkbirina mayînde ya DAIŞ û derketina terorê ya Sûriyeyê, ku ev yek karê me yê sereke ye. Ji ber ku em dizanin ku DAIŞ bêîstiqrariyê îstîsmar dike.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniya xwe ya duh sêşemê ya li civîna çapemeniyê da diyar kir ku ji bo geşedanên li bakurê Sûriyeyê têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re dewam dikin.

Miller, diyar kir ku hefteya borî bi pêşengiya DYAyê li derdora Minbicê agirbest pêk hat û ev agirbest ji aliyê aliyan ve hate şopandin û got, “Agirbest bi dawî bû û heta dawiya vê hefteyê hat dirêjkirin.”