Mesrûr Barzanî û nûnerê Amerîka rewsa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) Nicholas Grainger civiyan û girîngiya destpêkirina danûstandina navbera aliyên Kurdî anîn ziman.
Nûnerê Amerîkayê yê bo Karûbarên Rojavayê Kurdistanê Nicholas Grainger û şanda pê re kir, li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî civînê hat ragihandin ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Ervin Hicks jî amadehî di civînê de kiriye û guherîn û geşedanên herî dawî yên rewşa giştî ya Sûriye û Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Herwiha hat eşkere kirin ku di beşeke din a civînê de tekezî li ser girîngiya destpêkirina gotûbêjên navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê û rêdana azadiya kar û çalakiyên siyasî û rêxistinî li bakurê rojhilatê Sûriyê, hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin