Nûnerê berê yê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê: Amerîka li Sûriyê ti dewleteke Kurdî ava nake

07 February 2021 13:58 0 dîtin
Nûnerê berê yê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê: Amerîka li Sûriyê ti dewleteke Kurdî ava nake

PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê William Roebuck, armancên Amerîkayê li Sûriyê eşkere kir û got, Amerîka ti dewleteke kurdî li Sûriyê ava nake.

William Roebuck ku beriya di danûstandinên navbera ENKS û PYNKê de nûnertiya Amerîkayê dikir, di hevpeyvîneke ligel rojnameya “Şerq El-Ewset” çapa Londonê de got, “Me bi zelalî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gotiye ku em piştevaniya avakirina dewleteke kurdî li vê herêmê nakin.”

Roebuck diyar kir: “Rewşa wê herêmê ji ya Herêma Kurdistanê cuda ye. Hevpeymaniya Navdewletî hatiye, ji bo DAIŞê têk bişikîne. HSD jî wê yek bi başî dike. Me alîkarî ji bo Sûriyan û Rêveberiya Xweser pêşkêş kirin, ji bo karê xwe bi awayekî baş bike. Me alîkariyên leşkarî pêşkêşî HSDê kir, ji bo rola wê li dijî DAIŞê bihêz be, ne ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol bike.”

Roebuck dibêje, “Şîreta me ya ji bo HSDê her tim ev bûn: Di şerê li dijî DAIŞê de pêwendiya we bi Amerîka û Hevpeymaniyê re berdewam be, li bakurê rojhilatê Sûriyê ewlehiyek bê peydakirin, bi karên û gotinên wek avakirina dewletê yan jî bikaranîna îdeolojiyeke diyar an jî bi sembolên Ocalanî, Tirkiyê îstifzaz nekin.”

Roebuck tekez kir: “Amerîka HSDê wek beşek ji PKKê nabîne, belkû beşek ji şerê li dijî DAIŞê dibîne.”

Roebuck armancên Amerîka li Sûriyê di 5 xalan de eşkere kir:

Jinavbirina DAIŞê û rêgirtin li vegera wê. Piştevaniya pêvajoya Netewên Yekbûyî ya cibicîkirina biryara navdewletî 2254. Derxistina Îranê ji Sûriyê. Rêgirtina bikaranîn çekê atomî ji aliyê rêjîma Esed ve û jinavbirina wê çekê. Bidawîkirina karesata mirovî û nehîştin êş û azarên gelê Sûriyê li hundir û derveyî welat.

Ji bo pêkanîna wan armancan jî, di navbera 500 ta 800 leşkerên Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê li nêzîkî kêlgehên petrol û gazê ne. Piştevaniya HSDê dike. Cezayên aborî li ser rêjîma Sûriyê sepandine. Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dirust kiriye.

Roebuck derbarê siyaseta serokê nû yê Ameîrka Joe Biden de jî got: “Karê pêşîne, parastina destkefta jinavbirina DAIŞê û dabînkirina ewlehiyê li rojhilatê Sûriyê ye.”