Lijneya hevpar a gumrik û sînorên Kurdistan û Iraqê civiya

01 July 2024 19:37 0 dîtin
Lijneya hevpar a gumrik û sînorên Kurdistan û Iraqê civiya

PeyamaKurd - Lijneya duyem a hevpar a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser yekxistina siyaseta gumirkê û çareseriya pirsgirêkên girêdayî xalên sînorî di çarçoveya qanûn û destûran de, civiya.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 1ê Tîrmehê ragihand, “Civîna duyê ya lijneya hevpar a navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser yekxistina siyaseta gomirkê û çareseriya arêşeyên girêdayî xalên sinorî di çarçoveya qanûn û destûran de di navbera her du aliyan de bi serperiştiya Cîgirê Serokwezîrî û Wezîrê Pilandananê yê Îraqê Mihemed Temîmî ve bi rê ve çû.”

Hate diyarkirin, “Di wê civînê de ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wezîrê Navxwe, Wezîrê Darayî û Aborî û Birêveberê Giştî yê Gomirkê û ji Hikûmeta Îraqê jî wezîrên Navxwe, Dad, Avedankirin û Xwandina Bilind û berpirsên Desteya Deriyên Sinorî tê de berhev bûbûn, danûstandin li ser wan arêşeyan hatin kirin ên ku di warê gomirkê û xalên sinorî de di navbera her du aliyan de hene û herwesa tekez li ser bicihanîna xalên komnivîsa civînên borî jî wekî nexşerêya çareseriya arêşeyan hat kirin.”

Piştî daxuyaniya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şandên her du aliyan hevnerîn bûn ku yek siyaseta gumirkê li ser astê Iraq û Herêma Kurdistanê bê bicihanîn, herwesa zêdetir hevahengî di navbera wan de ji bo parastina berhemê navxwe û bicihanîna rojnameya çandinê bê kirin. Ji bo wê meremê jî, biryar e ku hevahengî û civîn berdewam bin heta digehin lihevkirina dawiyê.