Balyozxaneya Almanya ya Samê pistî 13 salan vebû

20 March 2025 16:24 0 dîtin
Balyozxaneya Almanya ya Samê pistî 13 salan vebû

PeyamaKurd - Almanyayê balyozxaneya xwe ya li Şamê piştî 13 salan careke din vekir.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock cara duyemîn serdana Şamê kir piştî ku rejîma Esad hat rûxandin. Baerbock balyozxaneya Almanya ya li Şamê, ku di sala 2012an de piştî destpêkirina şerê navxweyî hatibû girtin, ji nû ve vekir.

Nûnerê Taybet ê Almanya yê Sûriyê Stefan Schnecke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Baerbock bi awayekî fermî balyozxane ji nû ve vekiriye û got: "Em kêfxweş in ku em ê bi hemû Sûriyan re ji bo Sûriyeyeke çêtir bi nêzîkî bixebitin."

Schnecke ragihand ku niha karmendên kêm li tîma balyozxaneyê hene, ji ber vê yekê dê karûbarên vîze û konsuliyê ji Beyrûtê bên birêvebirin.