Behreynê pistî 10 salan balyozxaneya Samê ji nû ve vekir

31 December 2021 19:39 0 dîtin
Behreynê pistî 10 salan balyozxaneya Samê ji nû ve vekir

PeyamaKurd – Welatê ereb Behreyn ku ji sala 2012an ve balyozxaneya xwe ya Sûriyê ya Şamê girtibû û asta dîplomatîk bi rejîma Sûriyê re kêm kiribû, piştî 10 salan balyozekî nû ji bo Şamê erkdar kir.

Ajansa fermî ya Behreynê BNA ragihandiye ku Şah Hemed bin Îsa El Xelîfe bi biryarnameyekê Wehîd Mubaret Seyyar bi erka balyozê awarte û xwedî erkên temam ji bo seroktiya misyona dîplomatîk a Sûriyê tayîn kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên ligel rejîma Esed de, beriya Behreynê welatê Îmaratê jî di 5ê Cotmeha 2020an de ji nû balyozxaneya xwe ya Sûriyê vekiribû û balyozekî nû erkdar kiribû.