Almanyayê pistî 7 salan balyozxaneya xwe Libyayê ji nû ve vekir
PeyamaKurd – Almanyayê piştî şerê navxwe yê Libyayê bi 7 salan balyozxaneya xwe ya li paytexta Libya Terablûsê ji nû ve vekir.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas dema vekirina balyozxaneyê ragihand ku divê çekdarên biyanî ji Libyayê derkevin.
Maas herwiha got: "Xebata vekişandina hêzên biyanî bi leza ku me dixwest pêk nayê."
Wezîrê Alman di serdana Libyayê de, bi nûnerên Meclîsa Serokatî û serokwezîr Ebduhemîd El-Debîbe û nûnerên Komîteya Netewî ya hilbijartinan re jî civiya.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin