Balyozê Îmaratê yê Tehranê pistî 6 salan ji nû ve dest bi kar kir

14 September 2022 18:58 0 dîtin
Balyozê Îmaratê yê Tehranê pistî 6 salan ji nû ve dest bi kar kir

Peyamakurd – Balyozê Îmarata Erebî ku sala 2016an piştî birîna têkiliyên dîplomatîk bi Îranê re hatibû vekişandin, piştî 6 salan car din çû Tehranê û dest bi kar kir.

Hat ragihandin ku Balyozê Tehranê yê Îmaratê Seyf Muhammed Ubeyd ez-Zeabî, ji bo erka xwe ya balyoztiyê berdewam bike gihîştiye Îranê û bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahyan re hevdîtin kiriye.

Ebdulahyan di hevdîtinê de, behsa girîngiya pêwendiyên bi welatên cîran re kiriye û hêviya bipêşdebirina zêdetir a pêwendiyên ligel Îmaratê anîye ziman.

Herwiha hat diyarkirin ku xala girîn a hevdîtinê zêdekirina bazirganiya navbera herdu welatan bûye.