Pistî 13 salan yekem serdana fermî bo Sûriyê: Sûdanî li Samê bi Esed re dicive
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 16ê Tîrmehê bi serdaneke fermî gihîştiye payteyta Sûriye Şamê û dê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicive.
Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Sûdanî îro ji bo serdaneke fermî ya Şamê ji Bexdayê birê ketiye.
Hate diyarkirin ku Sûdanî li ser vexwendina Serokê Sûriyê Beşar Esed serdana Şamê dike û dê hevkariyên dualî û hevahengiya karên hevbeş, mijarên bihêzkirina ewlehî û aramiya herêmê gotûbêj bikin.
Serdana Sûdanî ya Şamê ji sala 2010an yekem serdana fermî ya serokwezîrekî Iraqê ye bo Sûriyeyê ku herî dawî Nûrî Malikî serdana Şamê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin