Papa Leoyê 14em gihîst Enqereyê: Yekem serdana wî ya fermî dest pê kir
PeyamaKurd – Papa Leo 14em, di çarçoveya yekem serdana xwe ya derveyî welêt de, îro nîvro gihîşt paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê. Balafira Papa saet 12:23an li Balafirgeha Esenbogayê daket.
Li balafirgehê, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy û rayedarên din pêşwaziyeke fermî li Papa kirin.
Bernameya serdanê
Papa Leo 14em ku li ser vexwendina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye Tirkiyeyê, dê li Enqereyê hevdîtinên fermî pêk bîne. Piştî Tirkiyeyê, tê payîn ku Papa derbasî Lubnanê bibe.
Heyeteke bilind pê re ye
Di vê serdanê de heyeteke girîng a Vatîkanê jî amade ye:
- Kardînal Pietro Parolin,
- Wezîrê Karên Derve Serpiskopos Paul Richard Gallagher,
- Zêdetirî 70 rojnamevanên navneteweyî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin