Papa Francîs gihîst bajarê dîrokî Urê
PeyamaKurd – Papa Francîs, gihîşt bajarê dîrokî Urê li parêzgeha Zîqarê ya başûrê Iraqê.
Papayê Vatîkanê Papa Francîs, bi armanca civîna bi Mercîe Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî serdana Necefê kiribû û piştî civîna ligel Elî Sîstanî, serdana bajarê dîrokî yê Urê li parêzgeha Zîqarê kir.
Beriya bi demekê Papa, li Urê bi nûnerên pêkhateyên dînî yên Iraq û Herêma Kurdistanê re civiya.
Papa Francîs do serdana Bexdayê kiribû û ligel aliyên siyasî yên Iraqê civiya bû. Herwiha, wê Papa sibehê jî serdana Hewlêrê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin