Serokê Herêma Kurdistanê gihîst bajarê Silêmaniyê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi cîgirên Serokê Herêmê Cafer Şêx Mistefa û Mistefa Seyid Qadir re, ji bo guftûgokirina çend pirsên girîng bi aliyên siyasî re bike, gihîşt bajarê Silêmaniyê.
Serokê Herêma Kurdistanê, di destpêkê de wê serdana Silêmaniyê bike, li girê Zergirde ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê û berpirsên wê partiyê bicive.
Herwiha tê zanîn wê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê bi rayedarên payebilind ên Yekîtiya Niştimanî yê Kurdistanê (YNK) bicive û pişt re jî serdana Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin