Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîst Îmaratê

25 January 2022 14:00 0 dîtin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîst  Îmaratê

PeyamaKurd Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî gihîşt bajarê Ebu Dabî yê paytexta Îmaratê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25.01.2022yê ji bo serdanekî fermî gihîşt Îmaratê û ji aliyê berpirsên payebilind ên Îmaratê ve li Balafirgeha Ebu Dabî hat pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê bi Welîahdê Ebu Dabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed Bin Zayd El Nehyan û Wezîrê Karên Derve Şêx Ebdula Bin Zayd El Nehyan û berpirsên payebilind ên din ên welat re bicive.

Di hevdîtinên Mesrûr Barzanî û berpirsên payebilind ên Îmaratê de, guftûgo wê derbarê guhertin û pêşkeftinên li Iraq û navçeyê û derfetên pêşxistina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îmaratê, herwaha bihêz kirina mekanîzmayên hemahengî û hewkariyê di warên cuda de bê gotûbêjkirin.