Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike

22 November 2022 14:57 0 dîtin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Bexdayê dike û wê di serdanê de rewşa welat, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewlên çareserkirina wan bi berpirsên pilebilind ên Iraqê re gotûbêj bike.

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 22ê Mijdara 2022an belav kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Bexdayê dike û bi Serokomarê Iraqa Federal Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Desthilata Dadwerî Fayeq Zêdan û berpirsên din ên Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqê re dicive.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de wê rewşa welat, pêwendî û pirsên Hewlêr-Bexdayê, pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û çend mijarên din gotûbêj bike.