Sandek ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê serdana Bexdayê bike
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, şandeke ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îro biçe Bexdayê û ligel berpirsên Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê bicive.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku di civînan de dê mijarên zelalkirina dahat û xerciyên 6 mehên Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin.
Her wiha ji aliyê din ve Parlamenterê Parlementoya Iraqê Kervan Yarveys, li ser şandina pereyan ji Bexdayê ji bo dayîna mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da çapemeniya herêmî.
Yarvers ragihand ku tê çaverêkirin Bexda heta roja sêşemê pereyê ku ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hatiye veqetandin bişîne.
Kervan Yarveys diyar kir ku bipaşxistina şandina pereyê ku ji bo mûçeyê karmendan hatiye veqetandin, ji ber pirsgirêkên teknîkî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bûye.
Yarveys bi berdewamî got ku piştî rêkeftina navbera Bexda û Hewlêrê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, tê çaverêkirin ku hikûmeta Iraqê ji îro heta sêşemê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin