Sandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Enqerê kir
PeyamaKurd – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bi rayedarên Tirkiyê re bicive, serdana Enqerê kir.
Li gor zanyariyan, şanda Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Bazirganî Kemal Muslîm, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher û Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî pêk tê.
Herwiha biryar e îro şanda Herêma Kurdistanê bi rayedarên bilind ên Tirkiyê re bicive.
Hat zanîn ku di civînan de mijarên weke pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî, asayîşa sînor, hêsankariya zêdetir ji bo hatûçûna welatiyan bên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin