Sandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro ji bo bi Serokwezîrê Iraqê re bicive, serdana Bexdayê dike.
Li gor Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xesro û Şêwirmendê di Encûmena Wezîran de Xalid Hadî Çawişlî pêk tê, îro 27ê Mijdarê ber bi Bexdayê birê ket.
Herwiha eşkere kir, “Biryar e şande bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive û derbarê mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sererastkirina yasaya budçeyê û proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêjan bike.”
Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah do jî di daxuyaniyekê de destnîşan kir: "Em ê sibe li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicivin û li ser mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.”
Herwiha da zanîn: “Em hewl didin di bin rênmayên Serokwezîr de, mafên darayî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin