Sandeke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, diçe serdana Qubad Talebanî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, şandeke ji wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi mebesta vegera tîma YNKê ya bo civînên Encûmena Wezîran, serdana Qubad Talebanî dike.
Li gorî agahiyên ku jêderek ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihandin, şandeke ji wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê bi mebesta vegera tîma YNKê ya ji bo civînên Encûmena Wezîran, serdana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bike.
Hat diyarkirin ku şand bi serokatiya Paşîwan Sadiq ê ji qada PDK, ligel wezîrên Tevgera Gorran Dana Ebdulkerîm û Wezîrê Şehîd û enfalkiriyan Ebdullah Hacî Mehmûd hatiye destnîşankirin.
Beriya niha di hefteya borî de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di civîna Encûmena Wezîran de destnîşan kir ku şandeke wezîran serdana Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî bike da ku tîma YNKê ji bo civînên Encûmena Wezîran vegere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin