Sandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
PeyamaKurd-Biryar e şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nirxandinên li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê, sibê biçe serdana Bexdayê.
Li gorî ku Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24 re ragihandiye; armanca serdana Bexdayê ji bo guftûgokirina pirsgirêkên li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê ye û armanca wan ew e ku ji bo pirsgirêkan çareseriyek çêbibe.
Biryara serdana Bexdayê, di Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hefteya borî hatibû dayîn. Biryar e şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Amanc Hekîm, Xalid Şiwanî, Omdê Sebah û Ebdulhekîm Xesro pêk bê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin