Sandeke Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike: Mijar wergirtina genimê cotkaran e

21 April 2024 10:33 0 dîtin
Sandeke Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike: Mijar wergirtina genimê cotkaran e

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku wê îro Yekşemê 21ê Nîsanê şandeke Wezareta Çandiniya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Hate zanîn ku şandeya Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Iraqê dê li Hewlêrê bi berpirsên Wezareta Çandinî û Rêveberiya Çandiniya Hewlêrê bicive.

Li gorî zanyariyan, civîn ji bo gotûbêjkirina destpêkirina proseya wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ye û Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike îsal zêdetir genimê cotkaran wergirin.

Wezareta Çandiyana Kurdistanê daxwaz kiriye, ji ber ku rêjeya barîna baranê baş bûye û îsal berhemê genimê cotkaran li gor sala borî gelek zêde ye û divê Wezareta Çandiniya Iraqê jî li gorî wê genimê cotkaran wergire.