Îro sandeke Herêma Kurdistanê serdana Îranê dike

31 May 2023 10:05 0 dîtin
Îro sandeke Herêma Kurdistanê serdana Îranê dike

PeyamaKurd Îro şandeke Herêma Kurdistanê serdana Komara Îslamî ya Îranê dike.

Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê diyar kir, sibe şandeke Herêma Kurdistanê ku ji hemû parêzgar, serperiştyarên îdareyên serbixwe û jûrên bazirganiyê pêk tê, serdana Komara Îslamî ya Îranê dikin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev serdan ji bo bihêzkirin û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran e.

Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, şanda Herêma Kurdistanê wê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Karûbarên Bazirganî û parêzgarên Urmiye, Kirmaşan û Sineyê, berjewendiyên aborî yên hevbeş û bihêzkirina liv û tevgerên bazirganiyê gotûbêj bikin.