Sandeke PDKê îro serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike

29 October 2022 12:08 0 dîtin
Sandeke PDKê îro serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Şandeke PDKê îro serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike û di wê serdanê de li ser rewşa siyasî û aborî û astengiyên pêş kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de danûstandinan dike.

Li gor zanyariyan, biryar e îro şandeya PDKê serdana aliyên siyasî bike û ev serdan wê çend rojan berdewam bikin.

Hat zanîn ku îro şandeya PDKê bi serokatiya Piştîvan Sadiq, Sasan Ewnî, Umêd Sebah û Sefîn Dizeyî de serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin û yekem serdan jî wê di saet 10:00ê sibehê ji bo Hizba Şûî ya Kurdistanê (Partiya Komînîst) bê kirin û pişt re jî wê şande serdana Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê bike.

Herwiha di vê serdanê de rewşa siyasî û aborî û projeyên kabîneya nehem û astengiyên li pêş komkirina dahat û cîhbicîhkirina karnameya kabîneya nehem wê ji aliyên siyasî re bê rawekirin.

Herî dawî hat ragihandin ku biryar e sibe serdana aliyên din ên siyasî jî bê kirin.