PDKê bo yek bernameyê dest bi serdana aliyên siyasî kir

29 August 2018 21:13 0 dîtin
PDKê bo yek bernameyê dest bi serdana aliyên siyasî kir

PeyamaKurd - Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li gel şandekê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke bilind serdana polîtburoya siyasî ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Bahadîn û hejmarek berpirsan ve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de giringiya yekrêzî û yekdengiya aliyên Kurdistanî bo Bexda hat gotûbêj kirin, herwiha dûpatî li ser berdewamiya civînên navbera aliyên siyasî de kir ku, bi yek bername herin Bexda û beşdariyê di hikûmeta nû ya Iraqê de bikin û biryar dan ku, di rojên bê de civîneke berfireh a aliyên siyasî bê kirin.

Piştî civînê di civîneke rojnamevanî ya hevbeş de Selahedîn Bahadîn  ragihand ku, wan pêşwaziya şandeke bilind a PDK bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî kir û gelek pirs di hevdîtina xwe de gotûbêj kirin, weke yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî li Bexda, rewşa Iraqê û ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê û yekmaliya gelê Kurdistanê û heta astêkê em yeknêrîn bûn û hêvî dikin ku,  di rojên bê de civînên berfirehtir bêne encamdan.

Piştre Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî spasiya pêşwazîkirina Selahedîn Bahadîn kir û got, eve demeke me dixwest vê serdanê bikin lê boykot kiribûn û niha ew boykot şikest û ji biraderên me Yekgrtûya Islamî me dest pê kir û em ê serdana aliyên din jî bikin.