Sandeyeke PDKê serdana 5 aliyên pêkhateya Tirkmen kir

23 October 2021 14:07 0 dîtin
Sandeyeke PDKê serdana 5 aliyên pêkhateya Tirkmen kir

PeyamaKurd – Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, wek serokatiya şandeyeke partiya xwe li Hewlêrê serdana 5 aliyên pêkhateya Tirkmen kir û diyar kir, serdanên wan ji bo partî û pêkhateyan baş e û pêşwazî li destpêşxeriya PDKê hatiye kirin û ew jî nêrîn û ramanên aliyan û pêkhateyan werdigrin.

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro 23.10.2021ê piştî serdana 5 aliyên pêkhateyên Tirkmen li Hewlêrê axivî û da zanîn: ‘‘Serdanên me baş in, tu proje li gel me tine, lê destpêşxeriyekî baş a PDKê ye û alî jî pêşwaziyek baş li me kirine. Em jî nêrîn û ramanên wan werdigrin û eger pêkhate jî giliyên wan hebe derbarê pêwendiyên li gel Hikûmeta Herêmê, yan li gel PDKê, em jî bi singekî berfireh têbiniyên wan werdigrin û em ê jî bigihînin cenabê Serok Barzanî û rêveberiya xwe.’’

Herwiha eşkere kir: ‘‘Piştî serdanên me temam bû, Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî ji bo gihîştina bi bernameyeke hevbeş, wê civînekê li gel partî û pêkhateyan pêk bîne.’’

Fazil Mîranî li ser pêkanîna Hikûmeta Iraqê de jî destnîşan kir, dest bi kar hatinê kirin û bi cîdî çavdêriya rewşa Iraqê em dikin û got: ‘‘Pir pêwîst e em û hevalên YNKê civîneke din bikin, ew jî wê serdana partiyan bikin û ew kareke ku em hemû li gel hev cîhbicîh bikin. Dibe ku tenê aliyek nikare her tiştî bike, eger bê kirin jî dibe ku encamên rast dernekevin.’’

Derbarê pêwendiyên PDKê û YNKê û aliyên din de jî Mîranî da zanîn, mafê YNKê heye li gel her aliyekî jî xwe nêzîk bike, yan jî pêwendiyê li gel pêk bîne, lê pêwendiyên me û YNKê cuda ye li gel pêwendiyên li gel her aliyekî û partiyên din.

Mîranî herwiha diyar kir, heta niha tu aliyekî ji me re negotiye, ku li gel yekrêziya niştimanî nînin.