Sandeyeke MSDyê li Siwêdayê çû serdana rêberê durziyan

28 January 2025 16:05 0 dîtin
Sandeyeke MSDyê li Siwêdayê çû serdana rêberê durziyan

PeyamaKurd – Şandeyeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Rojavayê Kurdistanê ya bi serokatiya Leyla Qereman li Siwêdayê bi rêberê ruhanî yê durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî re civiya.

Hat ragihandin ku hevdîtin li ser rewşa Sûriyeyê piştî desthilata Beşar Esed e û biryarên girîng tê de hatine dayîn, wekî cudabûna olê ji dewletê û radestkirina çekan.

Her du aliyên hevdîtinê tekezî li ser avakirina dewleteke sivîl û demokratîk û lidarxistina kongreyeke Sûriyeyî kirin ku dê nûnertiya hemû aliyan bike.