Sêwirmendê Asayîsa Iraqê bi serokatiya sandeyeke hikûmetê serdana Hewlêrê dike

17 May 2023 13:03 0 dîtin
Sêwirmendê Asayîsa Iraqê bi serokatiya sandeyeke hikûmetê serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd Şêwirmendê Asayîşa Iraqê Qasim Erecî bi serokatiya şandeyeke hikûmetê serdana Hewlêrê dike.

Li gor zanyariyan, Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî îro bi serokatiya şandeyeke hikûmeta Iraq a federal serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Dezgayê Asayîşa Niştmaniya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir û serdana wê şandeyê ya ji bo Herêma Kurdistanê piştrast kir, lê navê ti kesekî endamên din ên wê şandeyê eşkera nekir û herwiha qala armanca serdana wê şandeyê jî nehate kirin.